Dema li ser destpêka dîrok an jî mêjuya toreya kurdî tête axaftin an jî nivîsîn, Baba Tahirê Hemedanî (930-1010 P.z) herdem li ara ye. Baba Tahir jî bi zimanê Lorî nivîsiye. Dibe ku gelek xwendevan bibêjin, ku Lorî jî yek ji zaraveyên kurdî ye.
Pirsek li vir xwe davêje meydanê: Gelo Lorî xwe kurd dibînin an na? Li gor pirsiyar û têkiliyên kurdan bi Loran re, bi hîç şêwyekî gelek ji lor nabêjin em kurd in, berevajî wilo, pirr tore dibin, dema mirov kurdîtiyê bi wan ve dike. Ya rast jî çu belegeyên dîrokî nînin, ku Lor kurd in.
Eger em li ser nêzîkbûna ziman û zaraveyê wan di gel yên kurdî rawestin, dê bibînin ku nêzîkiya Lorî ji kurdî re, ne bêhtir e ji zimanê Bilûcî, Derya, Piştûnî an jî Perisî ye.
Tişta min sersorman dihêle, ku hinek helbestvanên me kurdan hene, qet guman li ser ziman û zaraveyên wa tune ye, ku ne kurdî ye, ew jî Pîr Reşê Heyran, Şêx Fexrê Adiya, Lawikê Pîr, Piscem, Qatanî ne, ku di dema Şêx Adî û kurê wî Şêx Sin(Hesen) de bûn ( di navbera 1100-1160 û di pey re), neketine nêv dîroka toreya kurdî de. Ev helbestvan tenê bi kurdî û zaravê kurmancî nivîsîne û qewl, beyt, sebeqe û du,ayên wan, di sing û hizrê pîr, qewal, Şêx û Feqîrên êzdiyan de hatine parastin û di van demên dawî de ( ji salên 1970an de) bi destê rewşenbîrên êziyan, mîna Pîr Xidir Silêman, Dr. Xelîl Cindî, gorbuhuştî Prof. Ordîxanê Celîl, Prof. Celîlê Celîl , Bedel Feqîr Hecî û gelekên din, ji zarê oldaran hatine wergirtin û tomarkirin û ketina qewarê pirtûkan û ji bo xwendevanan berdest in.
Ev xala ku çima dîrokzan û nasên toreya kurdî ( Pro. Qenatê Kurdo, Sadiq Beha,idînê Amedî, Ella,edînê Sucadî, Prof. Marûf Xeznedar utd.), nexistin nav pirtûk û kitêbên xwe de, me behitî di hêle. Ez dikarim têbigehim, ku lêkolînerên êzdî, ji ber sedemên Civakî û pîroziya olî nexwestine wan navên pîroz yên me li jor nivîsîn, bikin helbestvan( şa,ir), ji ber ew peyv bi wateya dengbêj têt û di civakê de, ew in, yên axa û beg evbuhêrkên xwe bi wan derbas dikirin. Lê ew yên din çima weha bêdeng li ser vê yekê mane, tênagihim?!
Her çi sedem bejî, Pîr Reşê Heyran, Şêx Fexrê Adiya û yên din, helbestvan ên kurd in û bi destnîşankirina vê xalê, em dîroka toreya kurdî beriya Cizîrî û Feqiyê Teyran bi 300-400 salî wir de dibin û eve jî dikare bibe xaleke balkêş û têvedan, ku lêkolînerên kurd bizav û pêkolê bikin, da bizanin çi û kî di navbera 1160- ta dema Melayê Cizîrî de heye?!
Li vir vê nivîsê bi dawî tînim û bo we xwênerên hêja parçeyekî ji deqekî bi navê helbesta(Qewlê) aşê Muhubetê yê Pîr Reşê Heyran rêz dikim. Min ew qewle ji pirtûka nivîskarê rêzdar Bedelê Feqîr Hecî ( Bawerî û Mitologiya êzdiya. Çedeha têkst û vekolîn) wergirtiye.
Eger em bi hûrbînî li terz, wêne, babet û şêweyê dariştina vê helbestê binêrin, dê bibînin, ku mişt e jip end û wêneyên helbestî, yên xwêner li hember mirovekî helbestvan radiweste û derbasî kûrbûna dîrokê dibe. Ji bilî ku felsefe û marîfet û irfan ji serî ta bi ristên dawî dixemilîne. Simbolên div î deqî de, diyar dikin, ku Pîr Reşê Heyran, agahdar e, li ser olên Kevin û naşan û tîtalên wan jî dinase.
“Bidey hezar distê şîlanê
Hezar hudhud esîl ji meydanê..”
Wê şîlana, ku Pêxember Suleyman dide destê Hudhud, ku bigihîne evînadar wî Belqîsê.
Li vir jî dikeve behsê evînê û wêneyên ciwan û bedewe vedihûne. Ev evîna yak u dikare bi bikeve deryayek bêbinî û jiyan lê giran bibe. Ev evîn, ku evîndar xewnên xwe li ber dergehê girnijînên evîndaran dineqişînin.
Aşiq a ber bi wêne
Dilê wan şubhetê çirên e
Singî û serya ser tixwêne”
Ev wêneyê ciwan, ku dilê evîndaran, berhevî çirayê yak u her şev li Lalişê vêdixin, bo pîroziya cihî. Ew dilê evîndar her dem geş e û pîroz e, çimkî mîna çirayê ye.
Pîr Reş, xwe mina siwarê pêlê deryan dibîne, ew evîndar e, evîndarê zatê xwedê ye, li Koçk û dîwana Siltan şêx Adî va malikan dirêse.
Dayim merkeba wê li behrêt giran ya melevan e..
Di dem ên kevin de û bi taybetî, li ba wan helbestvanên olî û irfanê, pend ên bapîran û hikmet û şîret xemla nivîsên wan bû. Li vir em li ba helbestvanên mîna Pîr Reşê Heyran jî van pend û şîretan di metnê helbest û deq û diwayên wî de dibînin.
Bidey hezar mîhêt sorî gerden dirêj
Hezar hudhud esîl ji mêj
Hem wê bi kêş ye ber derê niqêş
Mêr bê ser naçite pêş“
Di dawiya vê kurtenivîsê de, hêvîdar im, ku ev bibête babeteke wêjeya kurdî, çimkî li vir kêşe û terazûya helbesta kurdî ya resen diyar dibe, zimanê kurdî yê olî û felsefî, destnîşan dibe û xwêner dibîne jî, ku çendî ev şêwe nêzîkî seqaya civaka kurd ya derûnî û hizrî ye.
Ev deq bi zimanekî rewan, sivik, mi helbesta(Qewlê) aşê Muhubetê mişt e ji irfan û wêneyên helbestî, herweha em dikarin bibêjin, ku helbesta(Qewlê) aşê Muubetê şêweyekî resen e di toreya kurdî û li ser pêl û kêşeyên folklora kurdî hatiye vehûnan.
Em ê parçeyekî ji „Qewlê Muhubetê“ li dawiya vê nivîsê rêz bikin, daku xwêner bixwe jî, çêj û ahenga wê hest bike û derûna xwe ber bi dîrokê ve bibe û xem û xeyalên xwe pê sermest bike. Ji ber dirêjiya deqî, em dê çend malikên hilbijartî li jêr binivîsin:
Qewlê aşê Muhubetê
Bidey hezar distê şîlanê
Hezar hudhud esîl ji meydanê
Hem wê bikêşiye ber derê dîwanê
Bo mêrî feyde naket xêr li îmanê..
Bidey hezar mîhê zerî
Hezar hudhud esîl ji berî
Bo mêrî fayde naket xêr îman e li serî..
Bidey hezar mîhêt sorî gerden dirêj
Hezar hudhud esîl ji mêj
Hem wê bi kêş ye ber derê niqêş
Mêr bê ser naçite pêş
…..
Aşiq a ber bi wêne
Dilê wan şubhetê çirên e
Singî û serya ser tixwêne..
Ohn xiwana bînin
Singî û serya li ser deynin
Li dîwana siltan Şêxadî qebûle û şik tê nînin
…
Ji qewlê Pîr Reş ê heyran e
Hinciyê bi rastî û bestî dest pavête daman yar û biran e
Dayim merkeba wê li behrêt giran ya melevan e..
Ji qewlê Pîr Reş î bi cîd a
Dibêjime we gelî mirîda
Me dîn Şerfedîn atqat Siltan Êziya…(êzîd e)
Jêder:
-
Bawerî û Mîtologiya Êzdiyan, Çend têkst û Vekolîn, Bedel Feqîr Hecî., R. 262, çap Kurdistan-Dihok-2002